Waşinton pêşniyara agirbesteke nû dide Hemasê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev roja sêyê ye ku, bi sedan kes ji welatiyên Xezzeyê hatine ser cadeyan û nerazîbûna xwe li beranberî Hemasê û şerê wê yê berdewam bi Israîlê re diyar dikin.

Welatiyên Xezzeyê daxwaz ji Hemasê dikin ku ji kertê Xezzeyê derkeve. Li ser torên civakî jî wêneyên xwenîşandanên xelkê Xezzeyê gelek bi berfirehî hatine belavkirin û tê de diyar dibe ku, xwenîşanderên Xezzeyê dirûşmên “Hemas derkeve” û “Hemas rêkxistineke teroristî ye” bilind dikin. Hemasê jî haydarî daye xelkê Xezzeyê ku piştevaniya berjewendiyên Israîlê nekin.

Malpera Axiosê ya Amerîkayî jî eşkere kir, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê bi rêya welatên navbeynkar pêşniyareke nû ji bo agirbesteke nû û berfireh li beranberî azadkirina revandiyekî Amerîkayî daye Tevgera Hemasê.”

Wê malperê ji berpirsên Amerîkayî û Israîlî veguhastiye, “Ew pêşniyar bi rêya Qeterê gehiştiye aliyê beranber (Tevgera Hemasê) û heta niha li ser wê pêşniyarê negehiştine çi lihevkirinan.”

Malpera navbirî amaje jî daye, “Amerîkayê di rojên bêhnvedan de givaştin xistine ser Misir û Qeterê ku, bi Hemasê re bizavê bikin û razî bikin ku çend revandiyên din azad bike, wesa jî tenahî careke din vedigere Xezzeyê.”

 
 
Fly Erbil Advertisment