CHP li Stenbolê xwepêşandaneke mezin lidar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dijî girtina Îmamoglu, CHP îro li Stenbolê xwepêşandaneke mezin lidar dixe. Herwiha dibêje: “Peyama Îmamoglu dê bi rêya jîriya destkird were xwendin.”

Partiya Komarî ya Gel (CHP) ragihand, ewê îro 29ê Şemiyê li navçeya Maltepe ya Stenbolê xwepêşandaneke mezin lidar bixin.

CHPê bang li hemû aliyan kir ku beşdarî xwepêşandanê bibin û got, peyama Şaredarê Stenbolê Ekram Îmamoglu dê bi rêya jîriya destkird were xwendin.

Îmamoglu li hejmara xwe ya tora civakî “X” got, ew ê bi hev re di mîtînga herî mezin a Stenbolê ya azadî, demokrasî û edaletê de bimeşin.

Şaredarê Stenbolê Akram Îmamoglu roja 19ê Adarê bi tometa “gendelî” û “alîkariya rêxistinê” hatibû binçackirin. Piştre roja 23ê Adarê ji aliyê 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê ve cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li gelek bajarên Tirkiyeyê welatî ji bo nerazîbûna xwe nîşan bidin, derdikevin qadan.

Bi berdewamiya xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî girtina Îmamoglu, li gorî Wezîrê Navxwe ya Tirkiyeyê, zêdetir ji 1800 xwepêşander hatine girtin.

 
Fly Erbil Advertisment