Şandeke DEM Partiyê serdana MHPê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Serokê MHPê Zuhal Topçû, di pêşwazîkirina şanda DEM Partî ya bo pîrozbahiya Cejna Remezanê de got, banga Bahçelî arasteya siyaseta Tirkiyê guhertiye.

Şanda DEM Partî ya bi serokatiya Berdevk Ayşegul Dogan serdana MHPê kir û ji aliyê Cîgira Serokê Giştî yê MHPê Zuhal Topçu ve hate pêşwazîkirin.

Cîgira Serokê MHPê Zuhal Topçû, di pêşwazîkirina şanda DEM Partî ya bo pîrozbahiya Cejna Remezanê de got, ew giringiyeke mezin didin proseya aştiyê û banga Bahçelî, arasteya siyaseta Tirkiyê guhertiye.

Topçu got: “Em serdanê giring dibînin. Banga Serokê me yê giştî dîroka siyasî ya Tirkiyê guhert û li cîhanê deng veda. Piştî vê em derbasî serdemeke pir giring bûn. Hêvî dikim ev prose berdewam be. Ji berjewendiyên siyasî zêdetir, divê berjewendiyên Tirkiyeyê li pêş bin.” 

Cîgira Serokê MHPê amaje bi wê jî kir, “Ev milet êdî westiyaye. Pêkvejiyana me ya hezar salî heye. Divê em bi hev re wê kevneşopiyê zîndî bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, ew vê serdanê bo aştî û aramiya civakî û bidawîbûna şer û pevçûnan, dîrokî dibînin.

Ayşegul Dogan got: “Partiyên siyasî ku nêrînên wan cuda ne, ji bo siberoja welat, aştî û avakirina civakeke demokratîk, divê werin ba hev. Ji bo ku cejnên pêş me di tama cejnan de werin pîrozkirin em vê hevdîtinê pir giring dibînin.”

Herwiha got: “Tirkiye bi derfeteke dîrokî re rûbirû ye. Civaka Tirkiye ji şer westiyaye. Lêgerîna aştiyê giring e. Nabe Tirkiye vê derfetê ji dest bide.”

 
 
Fly Erbil Advertisment