Pizîşkiyan: Îran li ser bicihanîna lihevkirinên xwe yên bi Îraqê re rijd e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi rêya tilefonê bi Serokwezîrê Îraqê re danûstandin kirin û tekez kir ku, welatê wî li ser bicihanîna tevaya lihevkirinên xwe yên bi Îraqê re bi merema xurtkirina peywendiyên her du welatan û welatên din ên Îslamî û cîran rijd e, ew jî pêxemetî şkandin û pûçkirina pilanên dijminan ku merema wan çandina tovê duberekiyê di navbera welatên deverê de ye.

Ajansa Îrnayê ya fermî ya Îranê parve kiriye, “Pizîşkiyan îro (Sêşem, 01ê Nîsana 2025ê) bi helkefta cejna Remezanê pîrozbahî li Sûdanî û berpirsên hikûmetê û gelê Îraqê kir û jê re ragehand ku, Komara Îslamî ya Îranê giringiyeke zêdetir bi pêşxistina peywendiyên xwe di warên cuda cuda de bi welatên dost û cîranên dêrîn re dide.”

Pizîşkiyan herwesa ji Sûdanî re gotiye, “Îran li ser bicihanîna tevaya wan lihevkirinên bi Îraqê re rijd e, pêxemetî xurtkirina wan peywendiyên birayane yên ku di navbera Tehran û Bexdayê de hene û di eynî demê de peywendiyên xwe bi welatên din ên Îslamî û cîran re jî, ji bo ku bikarin bizavên pilangêriyê yên dijmin û neyarên xwe bişkînin, ku merema wan çandina tovê duberekiyê di navbera welatên deverê de ye.”

Îrnayê amaje jî daye ku, Serokwezîrê Îraqê jî tevî pîrozkirina cejnê li Serokkomar û gelê Îranê, hêvî kiriye ku bizavên wan bibin sedema yekrêzî û xurtkirina biratiya navbera Îran û Îraqê û tevaya welatên din ên Îslamî, ji bo ku bikarin peywendiyên xwe yên aborî zêdetir pêş bixin.

Li dû ajansa Îrnayê, Sûdanî tekez li ser xurtkirina biratî û peywendiyên dostîniyê yên navbera Îran û Îraqê kiriye û herwesa ragehandiye, “Yek ji şertên hebûna Îran û Îraqê li devereke hestyar ew e ku, divê bi hevgirtinê û xurtkirina peywendiyan pêgehê xwe li beranberî dijminên her du gelan zêdetir bihêz bikin.”

Nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, Îraq tevaya gef û metirsiyên li ser Îranê red dike.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment