Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Nazim Herkî dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji ber wexera dawiyê ya dayika Berpirsê Liqa 17ê ya PDKê ya Şingalê, serexweşî li malbata wan kir.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 01ê Nîsana 2025ê) ji ber wexera dawiyê ya dayika Berpirsê Liqa 17ê li Şingalê Nazim Herkî, peyameke serexweşiyê parve kir.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye, “Ji bo wexera dûmahiyê ya dayika we, ez serexweşiyê li malbata we ya rêzdar dikim û ez hevpişkê xema we me.”

Di pareke din a peyama serexweşiyê yê Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê de hatiye, “Xudêyê mezin giyanê wê bi beheştê şa bike û sebir û hedarê bide we.”

 
Fly Erbil Advertisment