Li Rihayê rûdanek çê bû, mirî û birîndar hene

Diyarbekir (K24) - Di hilweşîna ku di dema xebatên leqemê de li Qanîya Xezala ya Navçeya Rihayê pêk hatî de, 4 karker di bin hezazê de man.

Li gor agahîyan, li taxa Ozbekê ya navçeya Qanîya Xezala demê pêk hat. Di dema xebatên leqemê de, 4 karkerên ku di qenalê de dixebitin di bin axê de man.

Li ser agahiya welatiyan, ekîbên tîmen AFADê yên agirkujîyê û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Tîmên hatin cihê bûyerê ji 4 karker birîndar hatin derxistin. Karkerê birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qanîya Xezala.

Sê karmendan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û dermankirina karmendanekî jî berdewam dike.

Li ser wê bûyerê lekolînan hatin destpêkirin.

 
Fly Erbil Advertisment