Berpirsekî din ê Hemasê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Israîlê li serê sibeha îro êrîşeke asmanî kir ser bajarê Seydayê li başûrê Libnanê, di wê êrîşê de jî berpirsekî Hemasê hat kuştin.
Çavkaniyên Libnanî îro (În, 04.04.2025) parve kir, “Di êrîşeke asmanî ya Israîlê de li ser bajarê Seydayê li başûrê Libnanê, li serê sibeha îro berpirsekî Hemasê bi navê Hesen Ferhan ku wekî Ebû Yasir tê naskirin hatiye kuştin.”
Çavkaniyan eşkere jî kir, “Ferhan bi kur û keçên xwe xwe re di êrîşeke asmanî de li mala xwe li bajarê Seydayê hatine kuştin.”
Çavkaniyan ji aliyekî din ve tekez jî kir, “Balafirên Israîlê aparmaneke akincîbûnê li Seydayê kiriye armanc û wesa sê kes hatine kuştin.”
Piştî wê helmetê bi awayekî rasterast, tîmên hawarhatinê û ambûlans yekser gehiştin cihê wê bombebarankirinê.
Piştî helweşandina agirbestê bi Hemasê re, Israîlê serkirdeyên diyar ên Hemasê nehêlan, wekî Îsmaîl Berhûm, Selah Berdawîl, Ebdilletîf Qanûh çend serkirdeyên din ên diyar.
من مكان الشقة السكنية التي قصفتها طائرات الاحتلال في صيدا جنوب لينان pic.twitter.com/tGWj3SCVQz
— شبكة قدس الإخبارية (@qudsn) April 4, 2025