34 sal di ser Dastana Korê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dastana Korê, yek ji wan dastanên tijî serbilindî yên Pêşmergeyê Kurdistanê ye ku werçerxaneke dîrokî ya mezin bû di wêstgeh û qonaxa xebata piştî Raperînê ya tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de.
Sala 1991ê, piştî ku artêşa Beisê êrîşî Kurdistanê kir, gihîşte Hewlêrê û dagir kir. Armanca wê ya piştre dagirkirina navçeyên din ên Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê ji bajarokê Pîrmamê dixwest ku ber bi Şeqlawe, Akrê, Soran û navçeyên din ve bi tank, top û helîkopteran êrîşên xwe berdewam bike.
Pêşmerge ber xwe da û rê li pêşveçûnên artêşa rejîma Beisê girt. Di rojeke wekî îro de û ji 7ê Nîsanê heta 11ê Nîsana 1991ê, li Derbenda Korê şerekî yekalîker rû da. Pêşmerge, di çarçoveya dastaneke bêhempa de ku bi navê Dastana "Korê" binav bû, rûbirûyî artêşa Beisê bû; artêşeke ku bi tank, top û helîkopteran hatibû meydanê. Lê Pêşmerge ji çend eniyan ve berxwedaneke dijwar kir û şerê man û nemanê kir û bi fermana Serok Barzanî xeta berevaniyê ya bihêz pêk hat.
Berûvajî artêşa Beisê ku xwedî çek û pêdiviyên leşkerî yên mezin bû, Pêşmerge bi şiyanên kêm ên çek û cebilxaneyê, lê bi îradeyeke bihêz, tank û topên artêşa rejîma Beiê têk şikand û di şerekî dijwar de karî serkeftineke din ji bo berxwedan û parastina gel û axa Kurdistanê de tomar bike.
Di wî şerî de gelek tank, çek û cebilxane ji artêşa Beisê li pey man û di 11ê Nîsanê de Pêşmerge mizgîniya serkeftinê ragihand û artêşa Iraqê neçarî paşvekişînê bû.
Dastana Korê dastana berxwedan û werçerxanê bû, ku bi xwîna hejmarek Pêşmergeyan hat tomarkirin; ew xwîna ku bû bingeha avakirina Kurdistanê û dabînkirina jiyaneke aram ji bo gelê Kurdistanê.