Berdevkê AK Partiyê: Şanda DEM Partiyê dê vê hefteyê bi Erdogan re bicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Recep Tayyîp Erdogan bi Desteya Kargêrî ya partiya xwe re civiya û Berdevkê AK Partiyê got, pêvajoya aştiyê dikeve qonaxeke nû.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk îro 7ê Nîsanê di konferanseke rojnamevanî de got: “Şanda DEM Partiyê dê vê hefteyê bi Recep Tayyîp Erdogan re bicive û pêvajoya aştiyê jî dê derbasî qonaxeke nû bibe.”
Herwiha Çelîk diyar kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera jî dê serdana Tirkiyeyê bike.
Malpera Yeni Şafakê parve kiribû Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan îro piştî nîvroya bi desteya kargêrî ya partiya xwe re dicive. Biryar e di wê civînê de behsa wan nerazîbûnan tê kirin ên ku piştî desteserkirina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Imamoglu dest pê kirine.
Herwiha behsa banga CHPê li ser boykotkitina kelûpelên Tirkiyeyî û danûstandinên pilankirî bi DEM Partiyê re tê kirin û danûstandin dê li ser aborî, siyaseta derve û karên perlemanê jî bên kirin.