Sûdanî: Kampa Holê ji bo ewlehiya navçeyê metirsî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser vegera Iraqiyan ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje, ew metirsî li ser asayişa herêmê çêdike.

Sûdanî di civîna bi namzedê Swîsreyê bo posta Komîsera Bilind a Mafên Mirovan Christen Bergner re got, Ew rijd in ku Iraqiyên ku kampa Holê ne vegerînin.

Serokwezîrê Iraqê bang li hemû welatan kir ku welatiyên xwe ji kampa Sûriyê werbigirin, ji ber ku ew li ser ewlehiya navçeyê metirsî ne.

Tekez kir jî, “Iraq dê di demek nêzîk de, dawî li doseya kampan li Iraqê bîne û hemûyan bigire.”

Ev yek di demekê de ye, roja 2ê Nîsana 2025an, bi dehan malbatên Îraqî yên ku li Kampa Hola dimînin, hatin vegerandin û li kampa Cedda ya Mûsilê hatin bicihkirin.

Kempa Holê dikeve başûrê bajarê Hesekeyê, malbatên DAIŞê tê de girtî ne û di bin kontirola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gorî amaran, dora 40 hezar kes li kempa Holê mane û hejmara penaberên Îraqî jî nêzî 15 hezar kesan e. Herwiha zêdetir ji 6 hezar penaberên ji 45 neteweyên cuda cuda, wekî Fransî, Swêdî, Hollandî, Rûsî, Tirkî, Tunisî û Misirê di nav de hene.

 
Fly Erbil Advertisment