Koşka Sipî: Îran gav ber bi rêkeftinekê ve davêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Sipî ragihand, danûstandinên rasterast bi Îranê re dê roja Şemiyê bên kirin, ji bo gihîştina rêkeftinekê li ser bernameya wê ya atomî. Sekretera Rojnamevanî ya Koşka Sipî Carolyn Levitt jî got: “Îran gav ber bi rêkeftinê ve davêje.”
Carolyn Levitt got: “Serok Donald Trump got ku hevdîtinên rasterast bi Îranê re dê roja şemiyê bên kirin, lê heta niha em hûrgiliyan nedin.”
Got jî: “Serok bi ronî ji Îranê re raghandiye ku ew dikare di navbera rêkeftinekê yan dayîna berdêlên giran de hilbijêre. Her wiha eşkere kir ku eger dîplomasî û rêkeftinê hilnebijêre, dê encamên xirab derkevin holê.”
Ruetersê duh Sêşemê belav kir, “Tehran di derbarê niyeta Washingtonê ya ji bo danûstandinên atomî de bi guman e.”
Rayedarên Îranê dibêjin, Tehran “bi hişyarî nêzîkê danûstandinên bi Amerîkayê re li ser bernameya xwe ya atomî di destpêka hefteya bê de dibe. Baweriyeke kêm û gumanên kûr bi niyeta Washingtonê heye.”
Trump got: “Danûstandinên roja şemiyê li Omanê dê rasterast bin”, lê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî helwesta Tehranê dubare kir ku “divê danûstandin nerasterast bin û ew wek zext û gefên Amerîka binav kir."
Araqçî got, gotûbêj dê bi serokatiya wî û nûnerê Donald Trump li Rojhilata Navîn Steve Witkoff û bi navbeynkariya Wezîrê Derve yê Omaniyê Bedr El-Busaadî bên kirin.