Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron li Koşka Elysee dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî serdana Parîsê dike û li gel Serokê Fransayê dicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 13ê Nîsanê serdana Fransayê dike.

Li gorî bernameya serdanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê sibe 14ê Nîsanê li Koşka Elysee bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Herdu serok guftûgoyan li ser pêwendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya hevbeş a di navbera herdu welatan de dikin. Herwiha ew ê li ser rûbirûbûna li dijî terorê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn jî nerînên xwe bihev biguherînin.

Ev şeşemîn serdana fermî ya Nêçîrvan Barzanî ji bo Fransayê te. Berê wek Serokwezîr û Serokê Herêma Kurdistanê çend caran serdana Parîsê kiriye.

Di heman demê de, biryar e şandeke Parlementoya Kurdistanê roja 14ê Nîsanê serdana Fransayê bike û gotûbêjan li ser xurtkirina têkiliyan û hevrêziya di navbera her du parlementoyan de bike.

 
Fly Erbil Advertisment