Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Nûrî Malikî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta dubare hilbijartina Nûrî Malikî wekî Sikirtêrê Giştî yê Partiya Dewayê ya Îslamî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozkirinê araste kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 13.04.2025) peyameke pîrozkirinê arasteyî Sikirtêrê Giştî yê Partiya Dewayê ya Îslamî Nûrî Malikî kir, bi helkefta serkeftina kongireya giştî ya 19ê ya partiya wî û hilbijartina wî wekî sikirtêrê giştî yê wê partiyê.

Di pareke din a wê peyamê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî peyama pîrozkirinê daxwaza serkeftinê jî ji bo Malikî di erk û berpirsyarîtiyên wî de kir.

 
Fly Erbil Advertisment