Wezîrê Bergiriyê yê Siûdiyeyê peyama şahê welatê xwe digehîne Xamineyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Erebistana Siûdiyeyê piştî 37 salên nemana peywendiyên Siûdiye û Îranê bi serdaneke fermî digehe Tehranê, û peyama şahê welatê xwe digehîne Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê.
Ajansa IRNAyê parve kiriye, “Wezîrê Bergiriyê yê Erebistana Siûdiyeyê Şazade Xalid Bin Selman îro (Pêncşem, 17.04.2025) êvarê ji bo gehandina peyama şahê welatê xwe li Tehranê serdana Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî kir.”
Ajansa IRNAyê çi zanyarek li ser naveroka wê peyamê eşkere nekir. Herwesa Xamineyî jî ragehand, “Vê peywendiyê ji bo berjewendiyên her du welatan dê feyde hebe û mimkin e wekî temamkerên hev bên nasîn.”
Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê herwesa ragehand, “Pêşxistina peywendiyên Tehran û Riyazê gelek dijmin hene û divê merema dijminan neyê bicihanîn.” tekez jî kir, “Komara Îslamî ya Îranê ji bo her pêngaveke ji vî rengî amade ye.”
Her li dû zanyarên ajansa IRNAyê, Xamineyî amaje daye pêşkeftinên welatê xwe û ragehandiye ku, Komara Îslamî ya Îranê amade ye alîkariya Siûdiyeyê bike.”
Xamineyî herwesa got, “Biratiya her du welatan û alîkarîkirina hev ji wê yekê baştir e ku yek ji wan palan li welatê din bide.”