Şanda DEM Partiyê naveroka hevdîtina xwe ya bi Ocalan re aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê îro bo cara çaremîn serdana rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan kir.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji Pervîn Buldan û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk hatibû îro 21ê Nîsanê çûn Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan kir. 

Piştî hevdîtinê, Pervîn Buldan di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Ez dixwazim bibêjim ku hevdîtin pir berhemdar bû.” 

Pervîn Buldan diyar kir jî, hêviyên Ocalan yên derbarê pêvajoyê de hene û ew xebatên xwe didomînin. 

Da zanîn jî, “Helbet mijara yekem a hevdîtina me rewşa tenduristiya hêja Sirri Sureyya Onder bû. Ew jî mijarê ji nêz ve dişopîne, hemû nûçeyên li ser birêz Sırrı dişopîne û guhdarî dike û hêviya başbûna di zûtirîn dem de jê re dixwaze.”

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di çarçoveya pêvajoyê de di 10’ê Nîsanê de bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin.

Li bendê bû ku endamên şandeyê piştî hevdîtinê biçin Îmraliyê. Lê belê ji endamên şandeyê Sirri Sureyya Onder di 15’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Onder, hêj jî li Stenbolê li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê li beşa lênihêrîna awarte çareseriyên bijîşkî werdigire.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment