ENKS roja lidarketina Konferansa Yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê, roja 26ê Nîsanê, wek dema lidarxistina Konferansa Yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Desteya Serokatiya ENKSê îro 22ê Nîsanê di daxiyaniyekê de ragihand, “Em îro radigihînin ku roja Şemiyê 26ê Nîsanê, wek roja fermî ya lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li ser hatiye lihevkirin, weke gaveke girîng û erkekî siyasî ku daxwazên gelê me yê Kurd li Sûriyeyê nîşan dide.”

ENKS dibêje: “Ev destkeft, wek derbirîna îradeya gelê me yê Kurd û hewlên bêwestan ên têkoşerên dilsoz bi piştevaniya bira û dostên me, bi taybetî cenabê Serok Mesûd Barzanî û General Mazlûm Ebdî tê.”

Di daxuyaniyê de hat jî: “Em hêvîdar in ku ev konferans bibe xaleke zivirînê ber bi qonaxeke nû ya hevkariyeke avaker di navbera partiyên tevgera siyasî ya Kurdî de, baweriya bi gel re bihêz bike û asoyên berfirehtir ji bo peywendiyên niştimanî yên bihêz bi hemû pêkhateyên gelê Sûriyê re veke.”

ENKS dibêje: “Em piştrast in ku helwesteke Kurdî ya yekgirtî, pêwîstiyeke niştimanî ya lezgîn û pêngaveke bingehîn e ji bo bidestxistina hevkariyeke rasteqîne ji bo avakirina paşeroja Sûriyeyeke demokratîk û piralî ku hemû gelê xwe bi hevgirtin, wekhevî û aştiyê hembêz bike.”

Ji aliyê xwe jî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “X”ê roja lidarxistina Kongreya Yekrêziya Helwesta Kurdî aşkera kir û got: “Konferansa Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava’ dê di 26’ê Nîsanê de bê lidarxistin.”

Mezlûm Ebdî got jî: “Yekîtiya kurdî pêwîstiyeke neteweyî ji bo çareserkirina doza gelê Kurd a li Sûriyeyê ye. Em hêvîdar in ku hemû alî vê berpirsyariya xwe ya neteweyî bi cih bînin. Bi vê boneyê em spasiya hemû aliyên ku di pêkanîna vê gavê de bûn alîkar dikin û ji xebatên konferansê re serkeftinê dixwazin.”

Pêştir Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl gotibû, ji bo ragihandina nêrîna siyasî ya hevbeş a tevahiya partiyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, dê konferansek were li darxistin û dê şandek bi wê nêrîna siyasî biçe danûstandinan li Şamê bike.

Mihemed Îsmaîl dabû zanîn jî, partiyên di nava ENKSê, partiyên di nava PYNKê de û partiyên ku li derveyî wan her du çarçoveyan e, zêdetir ji 50 partiyan dê beşdarî konferansê bibin.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment