Wan.. rûdaneke trafîkê çê bû, mirî û birîndar hene

Diyarbekir (K24) - Li ser rêya Payîzava û Elbakê ya navçeyên Wanê rûdaneke trafîkê çê bû, mirî û birîndar hene.
Li gor agahîyan, minibasek û erebeyeke barhilgir li ser rêya Payîzava û Elbakê ya navçeyên Wanê li hev qulipîn.
Li gor agahîyên destpêkê, 6 kesan di wê rûdanê de jiyana xwe ji dest daye û 8 kesên din jî birîndar bûne.
Li ser agahdarkirina welatîyan, gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.
Li ser wê bûyerê jî, lêpirsîn hatiye destpekirin.