DEM Partî piştî civîna bi Wezîrê Dadê re: Divê mercên girtina Ocalan biguherin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya DEM Partî û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li Wezareta Dadê hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê endama şandeya DEM'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît a ku bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtin pêk anî, got, "Me diyar kir ku başkirina şert û mercên Birêz Ocalan ji bo pêşveçûna pêvajoyê sernavên sereke yên girîng in û divê êdî bêyî bêyî şertekî ev şertên Ocalan bên sererastkirin."

Civîna şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) û Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bi dawî bû. Şandeya Partiya DEM’ê piştî civîna ku nêzî 2 saetan li avahiya Wezareta Dadê berdewam kir de daxuyaniyek da.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku wan li ser alîkariyên ku wezaret dikare bo pêvajoyê bike gotÛbêj kirine.

Çend xalên daxuyaniya Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha ne:

“Dixwazim bibêjim ku mijara me ya bingehîn a hevdîtinê, rewşa kar û tenduristiya Birêz Ocalan e ku li Îmraliyê ye û bi banga xwe ya 27’ê Sibatê li Tirkiyeyê deriyê serdemeke nû vekir û hişt ku em di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bendeke nû derbas bikin.”

‘Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê de nikare ji bo pêvajoyê hevkar be’

“Me ji Wezîrê Dadê re got ku birêz Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê de nikare tevkariyê li vê pêvajoyê bike, şert û mercên Birêz Ocalan di warê pêşvebirina pêvajoyê de mijara herî girîng e û divê ev şert û merc demildest bên sererastkirin, bê eger û lê bê. Ez wisa difikirim ku di heyama pêş de şansê me heye ku di vî warî de hin geşedanan bibînin."

‘Me balkişand ser ku divê şandeyên cuda biçin Îmraliyê’

“Ji xeynî vê, me bal kişand ser wê yekê ku gelek girîng e ku şandeyên cuda biçin Îmraliyê, ji endamên meclîsê, partiyên cuda yên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan biçin wir û hin rewşenbîr, nivîskar, rojnamevanên ku birêz Ocalan dixwaze bibîne û bi wan re hevdîtinê bike, biçin giravê û pê re têkilî deynin girîng e. Di vê wateyê de me diyar kir ku divê wezaret di vê mijarê de gavên bilez bavêje. Helbet ji xeynî vê, wek hûn jî dizanin, li Tirkiyeyê di pergala dadweriyê de pirsgirêkên berfireh hene. Her wiha derfeta me hebû ku em van pirsgirêkan bi awayekî berfireh çareser bikin.”

'Yek ji mijarên herî girîng girtiyên nexweş ên li girtîgehê ne'

“Ji bo me yek ji mijarên bingehîn ên herî girîng jî mijara girtiyên nexweş ên niha di girtîgehê de ne. Em hemû jî dizanin ku ev yek ne însanî, ne wijdanî û ne jî hiqûqî bi wateya rast e. Di wê wateyê de, me nêrîn û ramanên xwe ji wan re li ser birêkûpêkkirina bilez a girtiyên nexweş û berdana bilez ji girtîgehê ya kesên ku raporên edlî wergirtine, ji wan re aniye ziman.”

Çi bûbû?

Civîna ku dihat plankirin hefteya borî bê lidarxistin lê ji ber nexweşiya Alîkarê Serokê Meclisa Neteweyî Sirri Sureyya Onder hatibû taloqkirin îro hate lidarxistin. Di şanda Partiya DEM'ê ya ku li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anîne de tu kes nîne.

Di şandeyê de Serokwekîlên Koma DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokên Giştî û Berdevkê Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Ozturk Turkdogan jî cih digirin.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment