Feysel Yûsif: Serok Barzanî xwediyê destpêşxeriya yekrêziya Kurdan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Faysal Yûsif got: “Serok Barzanî demeke dirêj e xwediyê destpêşxeriya yekhelwestiya Kurdî ye, bi taybetî jî piştî rûxana rejîma Beşar Esed.”
Feysel Yûsif li Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê îro 26ê Nîsanê ji K24ê, got: “Rola Serok Barzanî û hevkariya Mezlûm Ebdî wiha kirin ku miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bigihîjin hev, cudahiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek.”
Herwiha got: “Serok Barzanî di peyama xwe de tekezî li ser piştgiriya xwe ya ji bo yekhelwestiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir. Ew daxwaz dike ku em bibin hevpar, beşdarî hikûmeta Sûriyeyê bibin û pêwendiyan ligel gelê Sûriyê xurt bikin.”
Feysel Yûsif got: “Peyama Serok Barzanî ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê, peyameke dîrokî bû, di rojeke dîrokî de û di qonaxa nû ya Sûriyeyê de.”
Berdevkê ENKSê dibêje: “Eger Kurd li Rojavayê Kurdistanê yekrêz û yekhelwest bin, dê bihêz bibin û dikarin roleke bi bandor di Sûriyaya nû de bilîzin.”
Amaje bi wê yekê jî kir, ENKS daxwaza sîstema nenavendiya siyasî li Sûriyeyê dike û got: “Konferans her biryarekê derbarê nenavendiya îdarî de jî bide, em ê wê di berjewendiya miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de cîbicî bikin.”