Hikûmeta Tirkiyeyê mîkanîzmekê bo piroseya aştiyê diyar dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Tirkiyeyê bi serperiştiya Edogan danûstandinan li ser piroseya nû ya aştiyê û çend pirsên din dike.
Hikûmeta Tirkiyeyê îro (Duşem, 28.04.2025) bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dicive.
Li dû zanyarên medyayên Tirkiyeyê, di wê civînê de danûstandin li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, çekdanana Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), civîna şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) bi Erdogan re, erdheja çend rojên borî yên Stenbolê û çend pirsên din ên navxweyî tên kirin.
Medyayaên Tirkiyeyê amaje jî daye, “Di civîna hikûmetê de, mîkanîzmek ji bo çawaniya çavdêrîkirina piroseya nû ya aştiyê û çekdanana PKKê tê diyarkirin.”
Şanda Dem Partiyê, ku ji Cîgirên Serokê Firaksiyona Dem Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sezai Temelli û Alîkarê Hevserokê Dem Partiyê Ozturk Turkdogan pêk hatibû, bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiya.
Ew civîn di demekê de bû ku, Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê li roja Duşemê (21.04.2025) ji bo cara çarê bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiya.
Endama Şanda Dem Partiyê ji bo Zindana Îmraliyê Perwîn di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Bizavên Ocalan ji bo ragehandina piroseya nû ya aştiyê berdewam in.”