Serokê Ruhî yê Dirûzên Israîlê: Li nêzîk guhertin li Sûriyeyê çê dibin

Muwefeq Terîf
Muwefeq Terîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Ruhî yê Dirûzên Israîlê amajeyê dide ku, Serokwezîrê Israîlê çend rênima li ser Sûriyeyê derxistine. Daxwazê jî ji Dirûzan dike ku aramiyê biparêzin.

Serokê Ruhî yê Dirûzên Israîlê Muwefeq Terîf îro (Çarşem, 30.04.2025) di ragehandinekê de daxwaz ji Dirûzên Sûriyeyê kir ku, bêhna xwe fireh bikin û aramiyê biparêzin û got ku “rewş hatiye kontirolkirin”.

Serokê Ruhî yê Dirûzên Israîlê herwesa ragehandiye ku, ew rêyê nadin çi kesekî destê xwe ji bo Dirûzan dirêj bike û bêrêziyan li beranberî wan bike.

Muwefeq Terîf herwesa got, “Israîl, artêş û cîhan li pişta me ne.” Tekez jî kir, “Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu rênimayên taybet li ser Sûriyeyê derxistine û li van nêzîkan jî guhertinên mezin çê dibin.”

Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê jî îro (Çarşem, 30.04.2025) ragehandinek parve kiriye û tê de amaje daye ku, Wezareta Bergiriyê ya welatê wî li bajarkê Sehnayê yê nêzî Şamê êrîşeke asmanî kir ser komeke tundrê, ku amadekarî kiribûn êrîş kiriba ser Dirûzan.

Herwesa wê ragehandinê amaje jî daye ku, peyameke ron ji bo rijêma Sûriyeyê şandiye ku, Israîl bi hemî awayan Dirûzên Sûriyeyê diparêze.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan duhî (Sêşem, 29.04.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Şemiyê bi şev li bajarê Cermaneyê yê nêzî Şama paytext, şer di navbera karmendên Wezareta Navxwe û Bergiriya Sûriyeyê li gel çekdarên Dirûz de rû da û di encamê de, bi kêmî ve 14 kes hatin kuştin ku heft ji wan Dirûz bûn.

 
Fly Erbil Advertisment