Trump erkên nû bi Robio û Waltz dide

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Marco Robio wek Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê û Michael Waltz jî wek Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî destnîşan dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Pêncşem, 01.05.2025) li ser tora civakî ya The Truthê nivîsiye ku, Marco Robio di birêveberiya wî de erkekê nû werdigire û bi awayekî demkî dibe Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê, herwesa Michael Waltz jî dibe Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî.
Serokê Amerîkayê behsa pewtrola Îranê jî kiriye û gotiye, “Divê tevaya firotina petrol û berhemên petrolê yên Îranê bên rawestandin.” Tekez jî kir ku, her welatek an kesek petrolê an berhemên petrolê ji Îranê bikire rasterast siza li ser tê sepandin û rê pê nayê dan êdî bazirganiyê bi Amerîkayê re bike.
Rojnameya The Wall Street Journalê îro (Pêncşem, 01.05.2025) parve kiriye, “Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Michael Waltz dest ji karê xwe berdaye, piştî ku hevrûşî derxistina zanyarên nihênî yên serbazî bû. Herwesa Cîgirê Waltz jî dest ji karê xwe berdaye.”
Ev jî di demekê de ye ku, rojnamevanê Amerîkayî û nivîserê kovara Atlanticê Jeffrey Goldberg li roja 13.03.2025ê bi şaşî ve tevlî komeke çatê ya Signalê hatiye kirin, ku tê de hejmareke berpirsên îdareya Donald Trump zanyarên taybet ên girêdayî êrîşên li ser Hûsiyên Yemenê li hev guhertine.
Jeffrey Goldberg amaje dabû ku, ew kom bi navê Koma Biçûk a Hûsiyan bû, ku tê de zanyarên giring û nihênî di navbera berpirsên îdareya Trump de li hev dihatin guhertin.