Berdevkê AK Partiyê: Eger PKK çekan deyne, dê pêngavên nû û erênî werin avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Omer Çelîk ragihand, eger proseya çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biser bikeve û encam bide, dê pêngavên nû û erênî werin avêtin.

Omer Çelîk di daxuyaniyên xwe de amaje kir, ev prose bi destpêşxeriya Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî dest pê kiriye û ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ve hatiye pêşwazîkirin û piştgirîkirin. Li gorî Çelîk, ev nêzîkatî êdî wekî siyaseteke fermî ya dewletê tê dîtin.

Berdevkê AK Partiyê herwiha diyar kir, armanca Serokomar Erdogan ji vê yekê, parastin û bihêzkirina destkeftiyên Tirkiyeyê ye û ev yek dikare bibe bingehek ji bo avakirina “eniya biratiyê” di navbera gelên herêmê de.

Çelîk destnîşan kir, serkeftina vê proseya çekdanînê dê Tirkiyeyê li hemberî her cure krîzan biparêze û di heman demê de dê rê li ber bikaranîna “hêzên biwekalet” li herêmê bigire û dawî li wan bîne.

Berdevkê AK Partiyê bal kişand ser banga ku ji Îmraliyê ji bo çekdanîn û xwehilweşandina PKKê hatibû kirin û got, ev bang ne tenê ji bo PKKê, lê ji bo hemû komên çekdar û neyasayî ye. 

Herwiha Çelîk tekez kir: “Her pêngaveke ber bi çekdanîn û xwehilweşandinê ve, dê bibe zemîn ji bo avêtina pêngavên nû yên erênî.”

Gotinên Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di vê demê de, wekî bersivekê ji bangên dawî re têne dîtin ku Hevseroka DEM Partiyê roja 1ê Gulanê ji paeyamnêrê K24ê re gotibû: “Pêwîst e ji bo daxwazên Birêz Ocalan çarçoveyeke yasayî bê dîtin. Divê Parlemento vî erkî bigire ser milê xwe û pêngavên pir cidî derbarê pêvajoya aştiyê de bavêje.” 

 
 
Fly Erbil Advertisment