HPG: Êrîşên artêşa Tirkiyeyê dewam dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baskê serbazî yê PKKê ragihand, êrişên artêşa Tirkiyeyê li dijî hêzên wan berdewam in û çekên qedexekirî jî tên bikaranîn.
Navenda Çapemaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand, li Zap û Xakurkê û gelek deverên ku hêzên wan tê de hene, ji hêla firokeyên şer û dironan tên bombebarankirin.
HPG, bîlançoya hefteyekê ya êrişên Artêşa Tirkiyeyê ragihandin û da zanîn, li gel ku hêzên wan pabendbûna xwe bi banga Abdullah Ocalan ya danîna çekan eşkere kiriye û agirbest ragihandiye jî, êrişên artêşa Tirkiyê li ser hêzên wan didomin.
Li gor daxuyaniya HPG, êrişên Artêşa Tirkiyeyê zêdetir li herêmên Amêdî, Zap, Metîna û Xakurkê zêdetir û tundtir bûne.