Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Şêwirmendê Almanyayê yê nû dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Friedrich Merz dike, ku wekî Şêwirmendê Almanyayê yê nû hatiye hilbijartin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 06.05.2025) peyameke pîrozbahiyê arasteyî Friedrich Merz kir, ku wekî Şêwirmendê Almanyayê yê nû hatiye hilbijartin.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje, “Ez pîrozbahiyê li Friedrich Merz dikim, ku wekî Şêwirmendê Almanyayê yê nû hatiye hilbijartin, herwesa ez daxwaza serkeftinê di vî erkê nû de ji wî re dikim.”
Nêçîrvan Barzanî her di wê peyamê de dibêje, “Herêma Kurdistanê bi giringî ve li wê hevpariya nêzîk a ku bi Almanyayê re heye dinêre û çavê wê li pêkvebûneke zêdetir e.”