Bahçelî li parlamentoyê tevlî merasîma şîna Sirri Sureyya Onder bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da(03.05.2025), li parlamentoya Tirkiyeyê tê bîranîn. Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî piştî 99 rojan hat parlamentoyê û tevlî merasîma bo şîna Sirri Sureyya Onder bû.
Li parlamentoya Tirkiyeyê Partiya Demokrasî û Wekheviyê a Gelan (DEM) ji bo şîna Sirri Sûreyya Onder merasîmek saz kir. Şanda CHPê yekem şande bû ku serdana şanda DEM Partiyê kir. Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî beşdarî merasîma DEM Partiyê bû û sersaxî bo şandeyê ragihand.
“Bahçelî Piştî 99 Rojan Vegeriya Parlamentoyê”
Piştî Numan Kurtulmuş serokê MHPê Devlet Bahçelî jî ket salonê. Bahçelî piştî 99 rojan piştî nexweşiya xwe vegeriya parlamentoyê
Serokê MHPê Bahçelî piştî sersaxiyê ji şandeya DEM Partî û birayê Onder, Alî Fuat Onder re sersaxî xwest û merasîma bîranînê terk kir.
"Ew Bû Yek Ji Aktorê Sereke Yê Pêvajoya Girîng"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di merasîmê de Onder bi bîr anî. Kurtulmuş diyar kir ku ew hevkarê nêzîk ê Sirri Sureyya Onder bû û got, "Çiqas tofan di hundirê wî de hebû jî, me Sirri Sureyya ji bilî kene, di rewşek din de nedît.
"Ew kesek bû ku ji vî welatî, ji her santîmetreyê wî, ji rojhilat heta rojava, hez dikir û wî ew di hundirê xwe de hîs dikir. Ew hevalekî me bû ku di her kêliyê de, di her serdema jiyana xwe de şêwaza xwe ya welatparêzî nîşan dida."
Kurtulmuş, ragihand: "Di demên dawî de, ew bûye yek ji aktorên herî bingehîn ên pêvajoyek girîng. Wî destpêşxerî girt da ku aştî misoger bike û dijminatiyê ji holê rake."
"Îdeala Tirkiyeke Bê Terorîzm Wesyet e"
"Ez vê îdeala mezin wekî şahidiyek ji bo me dibînim. Em hemû mecbûr in ku îdeala Sirri Sureyya Onder a Tirkiyeyeke bê teror qebûl bikin û her hewlekê bidin da ku ev îdeal di zûtirîn dem de pêk were."
“Nerehetiya Xwe Avêt Paşperdeyê”
Piştî Kurtulmuş, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllarî jî axivî.
Hatîmogûllari got, "Wî bi dil û can bawer dikir ku hemû gel û baweriyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn dikarin bi hev re bijîn. Ewqas baweriya wî bi vê yekê hebû ku di banga dawî ya ji bo aştî û civateke demokratîk de roleke mezin lîst. Nerehetiya xwe avêt paşperdeyê."
Herwiha dê saet 14:00an jî li Lijneya Giştî ya parlamentoya Tirkiyeyê bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî, Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partî û Serokwekîlê parlamantoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder dê merasîmeke bîranînê bê lidarxistin û dê partiyên siyasî di vê merasîmê de gotaran pêşkêş bikin.