Ahmet Turk: Bahçeli pîrozbahiya aştiyê li min kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedarê Kurd û Endamê Şanda Îmraliyê Ahmet Turk radigehîne ku piştî ragehandina PKKê, Devlet Bahçeli pîrozbahî li wî kiriye.
Ahmet Turk di çavpêkeftineke televîzyonî de li ser ragehandina PKKê û Kongireya 12ê amaje da rolê serekî yê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli di destpêkirina piroseya aştiyê de û got, “Piştî daxuyaniya PKKê, Bahçeli bi rêya tilefonê peywendî bi wî kiriye û pîrozbahiya aştiyê li wî kiriye.”
Ahmet Turk herwesa ragehand ku, rêzeke zêde li Bahçeli digire û pîrozbahiyê jî lê dike. Herwesa bal kêşa ser nexweşiya xwe jî û got, "Êdî mirin ji bo min ne hêsan e.”
Navbirî roja Înê wek roja Înê ya Bixêr binav kir û got: "Îro aştî li Tirkiyeyê daxwaza sereke ya gel e û divê bê bicihanîn."