DEM Partî û hevbeşên wê Destpêşxeriya Yekîtiya Demokratîk ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – DEM Partî û hevbeşên wê, Destpêşxeriya Yekîtiya Demokratîk ragihandin. Hat diyarkirin ku armanca vê destpêşxeriyê ew e ku yekîtiya gel, bawerî û çandên cuda yên li Kurdistanê pêk bîne û dê xebatên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne.

Li Diyarbekirê îro 11ê Gulanê, bi daxuyaniyekê deklarasyona destpêşxeriyê hat eşkerekirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, hevşaredar, parlamenter û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Parlamenterê DEM Partiyê û endamê destpêşxeriyê Mihemed Kamaç, daxuyanî bi Kurdî xwend û ragihand, pêşhatên cîhan û navçeyê, sazbûna hevsengiya nû li Rojhilata Navîn, yekîtiya Kurdan tevî pêkhateyên olî û gelan kiriye neçarî.

“EM KONFERANSA LI ROJAVA PÎROZ DIKIN”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em konferansa Yekîtî û Helwesta Hevbeş ku bi sebir, cesaret û biryardariya hemû rêxistinên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye lidarxistin, wekî gaveke dîrokî û serkeftineke mezin dibînin.”

“BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK”

Herwiha di daxuyaniyê de girîngiya banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî hat destnîşankirin: “Em girîngiya dîrokî ya bangawaziya aştî û civaka demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî pêşkêş kiriye gelekî zelal dibînin. Em piştgiriyê didin vê bangawazî û pêvajoyê û radigihînin ku em ê ji bo avakirina civakeke demokratîk û rêxistinî têbikoşin.”

Hat tekezkirin ku “Rêya yekane ya serkeftina nîqaş, hevdîtin û nirxandinên berdewam ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî; ji derbasbûna civakîkirina îradeya rêxistineke xurt, yekîtî û hevgirtinê derbas dibe. Destpêşxeriya Yekitiya Demokratîk wekî derbirîna berbiçav a vê îradeyê derketiye holê.”

“SEDEMA AVABÛNA DESTPÊŞXERIYÊ LI GORÎ DAXWAZA GEL E”

Derbarê sedemên avabûna destpêşxeriyê de jî ev tişt hatin gotin: “Sedemên avabûnê, armanc û hedefên Destpêşxeriya Yekitiya Demokratîk; bi daxwaz û hêviyên gelê me re hevgirtî ne, nîşanderê wê rewşê ne ku van daxwazan rengekî rêxistinî û sazûmanî wergirtine.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat amajekirin, “Ji ber vê yekê; serkeftina Destpêşxeriya Yekitiya Demokratîk; girêdayî ye ku di rêya armancên diyarkirî de toreke xurt a têkoşîn û xebatê were avakirin û hemû beşên civaka me vê destpêşxeriyê qebûl bike û di asta herî bilind de piştgirî û beşdariyên xwe pêşkêş bike.”

 
Fly Erbil Advertisment