Wezîrê Derve yê Almanyayê: Pirsa Filistînê bi şerî nayê çarekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Almanyayê ragehand, “Pirsa Filistînê tenê bi rêya siyasî tê çarekirin.” Herwesa got, “Rast e ku em piştgiriya Israîlê dikin lê em rexneya jî li wê digirin.”
Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul îro (Yekşem, 11.05.2025) di serdana xwe ya ji bo Qubrisê de ragehand ku, ew wesa nafikire ku pirsa Filistînê bi şerî bê çarekirin, belkî divê bi awayê siyasî bê çarekirin.
Wezîrê Derve yê Almanyayê amaje jî da ku, divê Hemas çekan dane. Ev jî wesa dike ku êdî hêz ji bo kontirolkirina Xezzeyê neyê bikaranîn.
Johann Wadephul herwesa got, “Ez piştrast nînim ku Israîl bikare bi rêya serbazî hemî armancên xwe bi dest bixe an jî ewlehiya welatê xwe bi wî awayî bihêz bike.”
Navbirî amaje jî da ku, welatê wî bi hemî awayan ewlehiya Israîlê diparêze lê ew nayê wê manayê ku, nabe rexneyê li wî welatî bigirin an jî wesa bê fêmkirin ku daxuyaniyên wan li dijî Cihûyan in.
Li dû amarên Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, ji ber şerê Hemas û Israîlê ji destpêkê heta niha, hejmara kuştiyên Filistînî gehiştiye 52 hezar û 829 kesan, herwesa 119 hezar û 554 kes jî birîndar bûne.