Ayşegul Dogan: Biryara PKKê ne tenê ya xwehilweşandinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan biryarên kongreya PKK’ê nirxand û got: “Ev ne tenê biryareke xwehilweşandinê ye. Bangekî ji bo guherîn û veguherînê û pêvajoyeke avakirinê ya nû ye.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê xwe têkildarî biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê daxuyanî da. 

Ayşegul Dogan diyar kir ku weke partî girîngtirîn civîna MYK’ê li dar xistine û rojeva wan a sereke jî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û biryarên PKK’ê bûn. 

Destnîşan kir: “Civîna me ya MYK’ê ji civîneke rûtîn wêdetir, xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Me di serî de hemû kesên di pêvajoya şer a dirêj de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr anî û civîn bi rêzgirtinê dest pê kir.” 

Derbarê biryara PKKê de jî got: “PKK biryara xwehilweşandinê da. Ev ne tenê biryara hilweşandinê ye. Heman demê vexwendineke ji hemû aliyan re bo avedankirina demokrasiyê. Serdemek dawî dibe, deriyê serdemeke nû tijî bi hêviyê tê vekirin. Em jî dixwazin tevlî nivîsandina dîroka nû bibin. Ji bo vê em berpirsiyariya xwe dibînin. Bi vê pêngavê deriyê çareseriya siyasî bo pirsa kurd vedibe. Tiştên wek asteng û hincet dihatin danîn, êdî rabûn.”

Ayşegul Dogan hot jî: “PKK çekên xwe danîn, divê ev derfet neyê windakirin. Em dixwazin di zemîna siyaseta demokratîk de hemwelatîbûna wekhev ava bikin.”

 
Fly Erbil Advertisment