Welatî û siyasetmedar bi erênî pêşwaziya biryara PKKê dikin
Diyarbekir (K24) – Li Bakurê Kurdistanê çekdanîna PKKê ji aliyê siyasetmedar û welatiyan ve bi awayeke erênî hat pêşwazîkirin. Siyasetmedar bang li serokê parlementoya Tirkiyeyê dikin ku komîsyonek bo nexşerêyê damezirîne, welatî jî bang li desthilatê dikin ku bo çareseriya pirsa kurd demildest gavên yasayî biavêje.
Piştî ku PKKê encamnameya kongreya xwe ragihand û hat amajekirin ku PKK hatiye feshkirin ev yek li Bakurê Kurdistanê bi keyfxweşî hat pêşwazîkirin. Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin ji bo ku pêvajo li ser zemîneke xurt bimeşe divê desthilat gavên yasayî biavêje û her wiha bang li hemu aliyên siyasî hat kirin ku divê ti aliyek rewşa derketî holê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar neyne. Siyasetmedar amaje dikin ku niha divê parlemento jî berpirsiyariya xwe bi cih bîne.
Parlementerê CHP yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu got: “Biryara xwefeshkirin û çekdanînê gavek dîrokî ye û girîng e. Pirsa kurd derveyî şer û pevçunan wek xwe li holê ye. Niha berpirsiyarî dikeve ser milê Numan Kurtulmuş, divê serokên partiyan li hev bicivîne, komîsyonek ava bike û ev komîsyon jî bo avêtina gavên fermî nexşerêyekê amade bike. Ez bang li hemu aliyên civakê dikim ku divê pêvajo baş were famkirin. Ez ser navê xwe jî ser navê CHPê jî dibêjim emê piştgiriya gavên çareseriyê bikin. Ez hişyariyekê jî didim ku bila ti aliyek vê pêvajoyê bo berjwedniyên xwe bi kar neyne.”
Welatiyên Bakurê Kurdistanê jî keyfxweş in ku dawî li şer hatiye, welatî dibêjin daxwaz û hêviya wan ew e ku pirsa kurd bi awayeke demokratik were çareserkirin û mafên rewa yên kurdan werin nasîn.
Welatî Mehmet Çelîk: “Dema mafên rewa werin nasîn tikes li dij vê dernakeve û divê hemu jidil bin.”
Welatî Kemal Doganer: “Em keyfxweş in ji vê biryarê, em dixwazin heta dawiyê ev aştî bidome.”
Welatî Şêxmus Zaza: “Divê deriyên girtigehan êdî werin vekirin û gavên jidil werin avêtin.”
Welatî û siyasî êdî dixwazin çaksaziyên yasayî werin kirin, perwerdehiya bi zimanê kurdî were dayîn, geşepêdana aborî li Bakurê Kurdistanê pêk were.