Trump serdana xwe ya bo Siûdiye û Kendavê wek 'dîrokî' binav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, beriya ku berê xwe bide Rojhilata Navîn, di konferanseke rojnamevanî de serdana xwe ya ku dê îro bo Erebistana Siûdî destpê bike û piştre bo Îmîrat û Qeterê, bi "serdaneke dîrokî" bi nav kir. 

Li gorî ajansa fermî ya Erebistana Siûdî (SPA), Encûmena Wezîran a Siûdî hêvîdar e ku ev serdan bibe alîkar ji bo bihêzkirin û pêşxistina têkiliyên hevkarî û hevpariya stratejîk di navbera her du welatên dost di warên cuda de.

Herwiha hat destnîşankirin ku ev serdan nîşana wê pêgeha pêşketî û jeopolîtîk e ku Erebistana Siûdî û dewletên Kendavê bidest dixînin, ne tenê wek lîstikvanekî sereke di aramiya herêmê de, lê herwiha ji ber giraniya wan a aborî û meyla wan a reformxwaz jî.

Nêzîkî 10 mijarên sereke, di nav de ewlehiya herêmê, enerjî, berevanî û hevkarîya aborî, di rojeva danûstandinên Trump de ligel serkirdayetiya Siûdî û rêberên Kendavê cih digirin. Waşîngton hewl dide ku di bin bandora guhertinên bilez ên navneteweyî de, hevpariya xwe ya stratejîk ligel hevparên xwe yên li Kendavê bihêz bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî tekez kir, serdana Serok Trump bo Erebistana Siûdî û welatên Kendavê, girîngiya ku Amerîka dide têkiliyên xwe ligel hevparên xwe yên li Rojhilata Navîn nîşan dide. Wezaretê herwiha amaje bi wê yekê kir ku hevahengiya ligel Erebistana Siûdî ji bo çareserkirina mijarên ku sînorên herêmê derbas dikin, gelekî girîng e.

Hat ragihandin, Serok Trump gera xwe ya yekem a derve piştî destbikarbûnê, di navbera 13 û 16ê Gulanê de pêk tîne, ku Erebistana Siûdî, Qeter û Îmîrata Erebî li xwe digire.

 
Fly Erbil Advertisment