Serokwezîr Mesrûr Barzani serdana avahiyê nû yê Konsulxaneya Amerîkayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana avahiyê nû yê Konsulxaneya Amerîkayê dike, ku biryar e li van nêzîkan li Hewlêrê bê vekirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 13.05.2025) li bajarê Hewlêrê serdana avahiyê nû yê Konsulxaneya Amerîkayê kir û ji aliyê Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner ve pêşwaziya wî hat kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê serdana pişkên avahiyê wan kir, ku biryar e di demek nêzîk de bi awayekî fermî bê vekirin.