Koşka Sipî: Trump hejmarek daxwaz ji Şera kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Sipî ragihandو Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna çaralî ya li Riyadê de, hejmarek daxwaz ji Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera kirine, ku yek ji wan derxistina "terorîstên Felestînî" ji wî welatî ye.

Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de, Donald Trump îro 14ê Gulanê li Erebistana Siûdî bi Serokê Sûriyê Ehmed Şera û Mîrzayê Cîgirê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re civiya. Ajansa fermî ya Tirkiyeyê jî ragihand, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi awayekî online beşdarî civînê bûye.

Di daxuyaniyeke Koşka Sipî de hat diyarkirin, Donald Trump di civînê de daxwaz ji Ehmed Şera kiriye ku "terorîstên Felestînî yên li nav Sûriyeyê, bi taybetî yên ser bi Hemas, Cîhada Îslamî û Eniya Gelêrî ne û dijminatiya Îsraîlê dikin, ji welatê xwe derxîne."

Li gorî daxuyaniya Koşka Sipî, Trump herwiha daxwaz ji Serokê Qonaxa Demkî ya Sûriyê kiriye ku di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Amerîkayê bike û berpirsiyariya çavdêrîkirina zindanên DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, ku bi dehhezaran çekdar û malbatên DAIŞê tê de ne, bigire ser milê xwe.

Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî di daxuyaniyeke cuda de da zanîn, Trump di civînê de tekezî li ser rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û piştgirîkirina dubare avakirina wî welatî kiriye. Li gorî daxuyaniyê, Ehmed Şera jî gotiye: "Sûriye bi bawerî ber bi pêşerojê ve gavan davêje."

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî herwiha eşkere kir, îro hevdîtineke din di navbera Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio de li Riyadê birêve diçe, bi mebesta xurtkirina hevparî û hemahengiya di navbera Waşinton û Şamê de.

Ev civîn piştî wê yekê tê ku duh 13ê Gulanê Donald Trump di gotarekê de ragihandibû ku li ser daxwaza Mihemed bin Selman, biryar daye hemû cezayên li ser Sûriyeyê rake.

Serokê Qonaxa Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera Şeva borî ji bo hevdîtina bi Donald Trump re gihîştibû Riyadê.

 
Fly Erbil Advertisment