Trump: Îmarat bi bihayê zêdetirî tirilyonek dolaran weberhênanê li Amerîkayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku îro di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de li Îmaratê ye, ragihand, “Îmaratê biryar daye ku bi bihayê 1.4 tirilyon dolaran li Amerîkayê weberhênanê bike.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (În, 16ê Gulana 2025ê) ragehand, “Îmaratê ragihandiye ku, ew dê weberhênanê li Amerîkayê bike.” Herwesa got, “Waşinton û Ebû Zebî li ser vekirina rêyekê li hev kiriye ku rêyê bide Îmaratê ku, alavên pêşketî yên hişê çêkirî ji kompaniyên Amerîkeyî bikire.”
Donald Trump amaje jî da, “Îmarat, Qeter û Erebistana Siûdî ji bo me girîng in, xasma jî li ser asta peywendiyên şexsî.”
Navbirî di derheqa têkiliyên bi Çîn û Brîtanyayê re jî eşkere kir ku, bi Brîtanya û Çînê re peymanên bazirganî yên pir baş pêk anîne.
Serokê Amerîkayê ron jî kir, “Bi bihayê 12-14 tirilyon dolaran, ku hin ji wan berê hatine ragihandin û yên din jî dê di demeke nêzîk de bên ragihandin, ji bo weberhênanê li Amerîkayê peyman bi welatên Rojhilata Navîn re hatine çêkirin. Herwesa ragehand, “150 welat amade ne ku bi Amerîkayê re li ser bacên gumirkî li hev bikin.”
Serokê Amerîkayê bal kêşa ser wê yekê jî ku, têkiliyên wan bi Îmaratê re di asta herî bilind de ne û wan peywendiyan dê encamên pir baş bidin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Mîrê Qeterê Temîm bin Hemed al-Sanî li roja Çarşemê (14ê Gulana 2025ê) hejmareke peymanên bazirganî û serbazî îmze kir.
Serokê Amerîkayê di vî warî de got, “Têkiliyên me bi Qeterê re di asteke pir baş de ne. Gelek kar hene ku em bi hev re bikin û Amerîka her tim alîkariya wan dike.”