Lûtkeya Erebî li Bexdayê îro dest pê dike: Xezze, Sûriye û Libnan mijarên sereke ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna serokên 22 welatên Ereb, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û gelek mêvanên din, îro 17ê Gulana 2025an, Lûtkeya 34an a Komkara Erebî li Bexdayê dest pê dike. Yek ji mêvanên taybet ê lûtkeyê Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez e.
Li gorî rojeva lûtkeyê, serokên welatên Ereb dê li ser şerê Xezzeyê, alîkariya ji bo Libnanê, û herwiha geşedanên dawî yên li Sûriye û Yemenê gotûbêjan bikin. Hinek serokan jî beriya niha biryar dabûn ku beşdarî lûtkeyê nebin, di nav wan de Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û Şahê Urdinê, Şah Abdullah II hene.
Peyamnêrê K24 li Bexdayê, derbarê amadekariyan de agahî dan û got: "Biryar e îro demjimêr di 10:00ê sibehê de bi awayekî fermî karên lûtkeyê dest pê bikin. Destpêkê pêşwazî li serok û şahên welatan tê kirin ku tên nav hola lûtkeyê. Piştre Serokkomarê Iraqê û Şahê Behreynê gotaran pêşkêş bikin. Piştre gotara Komkara Erebî tê xwendin û beşên din ên lûtkeyê dest pê dikin."
Het diyarkirin, ji demjimêr 12:30 heta 13:00 piştî nîvro, civîneke girtî di navbera serok û şahên beşdar de tê lidarxistin da ku mijarên ku dê werin nîqaşkirin, bên gengeşekirin.
Beşek ji lûtkeyê jî dê wek "Lûtkeya Pêncemîn a Aborî" be û tê de dê li ser pirsên geşepêdan û aboriya navbera welatan were sekinandin. Yek ji mijarên girîng rakirina hin astengiyên bazirganiyê ye ji bo berfirehkirina bazirganiya navbera welatên Ereb.
Piştre, civîneke sêalî di navbera Iraq, Urdin û Misrê de dê li ser mijarên hevbeş ên di navbera van sê welatan de were lidarxistin. Demjimêr 18:00 êvarê karên lûtkeyê bidawî dibin. Gotara dawî ya lûtkeyê ji aliyê Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Fuad Husên û gotara Komkara Erebî ve tê xwendin.
Li gorî agahiyên peyamnêrê K24ê, beşdarbûna di lûtkeya îsal de li ser sê astan e: Asta yekem serok û şahên welatan, asta duyem serokwezîrên welatan û asta sêyem jî wezîrên derve yên welatan. Hejmarek welatan berê biryar dabûn ku di asta yekem de beşdar nebin, wek Mexrib, Lîbya, Lubnan û Sûriye. Roja Înê, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî li şûna Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera gihîştibû Bexdayê.
Peyamnêrê me herwiha amaje bi wê yekê kir, gotegot hene ku Cîgirê Şahê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman beşdar bibe, lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin. Lêbelê, Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî berê eşkere kiribû ku di roja lûtkeyê de dê "surprîzek" hebe û hinek di baweriyê de ne ku ev surprîz beşdarbûna Mihemed Bin Selman e.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ji K24 re ragihand, mijara Sûriyeyê dê bi hûrgilî di lûtkeyê de were gotûbêjkirin. Ewadî got: "Em dixwazin welatên Ereb piştgiriyê bidin desthilata nû ya Sûriyeyê, ji ber ku hinek welatên Ereb bi awayekî rûkalî behsa başbûna têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re dikin, lê di asta navxweyî de piştgirî nayê dîtin." Wek mînak, li Iraqê, hinek komên Şîe li dijî beşdarbûna Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di lûtkeyê de bûn.
Peyamnêrê me da zanîn jî, Iraqê biryar daye ku sindoqeke alîkariyê ji bo avendankirina Libnan û Xezzeyê ava bike û ji welatên Ereb xwest ku piştgiriyê bidin vê sindoqê. Rûbirûbûna terorê û madeyên hişbir jî dê bibin mijarên din ên girîng ên Lûtkeya Erebî ya Bexdayê.