Guterres li Lûtkeya Erebî: Ti hincet ji bo êşandina Filistîniyan tune ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Antonio Guterres ragihand, ti hincetek ji bo azardana bi komî ya welatiyên Filistînî nîne û ew koçberkirina berdewam a xelkê Xezzeyê red dikin.

Guterres îro 17ê Gulanê di gotareke xwe ya li Lûtkeya Komkara Erebî ya li Bexdayê de destnîşan kir ku herêm û tevahiya cîhanê rûbirûyê astengiyên mezin bûne. Wî got: "Ti hincetek ji bo êşandina bi komî ya welatiyên Filistînî nîne, herwiha em koçberkirina berdewam a xelkê Xezeyê red dikin."

Sekreterê Giştî yê NY herwiha amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e rêz li serwerî û yekparçebûna axa Libnanê bê girtin û tekez kir ku "serwerî û serxwebûna li Sûriyeyê tiştekî bingehîn e."

Derbarê Sûdan û Yemenê de jî, Guterres destnîşan kir ku divê li ser rewşa Yemenê diyalog bê kirin û pêwîst e rûbirûyê tundûtûjiyên li Sûdanê bibin.

Guterres herwiha eşkere kir, divê alîkarî ji Somalyayê re bê dayîn ji bo bilindkirina asta ewlehî û îstiqrara wê. Wî got ku ew ê bi aktorên navneteweyî re di nava pêwendiyan de bin ji bo bidawîkirina kêşeyên li Lîbyayê û gihîştina aramiyê.

Di dawiyê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku ew pabendî piştgirîkirina hikûmet û gelê Iraqê ne.

Lûtkeya Welatên Ereb li Bexdayê bi amadebûna beşek ji serok û şandeyên welatên Ereb û navneteweyî îro dest pê kir. Mêvandariya 34emîn Lûtkeya Komkara Erebî ji aliyê Bexdayê ve di demekê de tê lidarxistin ku aloziyên li Xezzeyê, geşedan û dabeşbûna Ereban li ser asayîkirina têkiliyan, û danûstandinên neragihandî yên di navbera Îran û welatên Kendavê de berdewam in. 

 
Fly Erbil Advertisment