Kêsteyî: Ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê bi sedan gundên Dihokê vala bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrê siyasî Rizgar Kêsteyî bal kişand ser bandora neyînî ya şerê PKK û Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê, bi taybetî li parêzgeha Dihokê û banga çareseriyeke bilez û bernameyeke hikûmetê ji bo avedankirina deverên ziyandîtî kir.

Ziyanên Mezin li Parêzgeha Dihokê

Kêsteyî îro 17ê Gulanê ji K24ê re da zanîn ku ji sala 1991ê ve, ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê, nêzîkî 365 gund li parêzgeha Dihokê bi temamî vala bûne. Herwiha got jî: "Parêzgeha Dihokê pişkek şêrî ber van şer û lêdanan çêbûye. Gundên ku koka jiyanê bûn, xwedî kiştûkal, rez û bax û potansiyeleke mezin a turîzmê bûn, niha çol mane."

Kêsteyî bi taybetî amaje bi rewşa gundê Kêste kir û got: "Gundê Kêste heta niha wekî zindanekê ye. Rêya xelkê ji Başûr ve girtî ye, û tenê 8-9 malbat lê mane. Xelk nikare biçe zevî û baxçeyên xwe, terş û kewalê xwe xwedan bike, an jî bazirganiyê bike." 

Herwiha destnîşan kir ku deverên Nêrwe, Rêkan û Doskî Jêrî sedî sed vala bûne û ti malek li wan deveran nemaye.

Ev valabûna gundan, li gorî Kêsteyî, bûye sedema koçberiyeke mezin ber bi bajaran ve û barekî giran xistiye ser hikûmet û welatiyan. Ji bilî ziyanên aborî û civakî, Kêsteyî anî ziman ku "gelek welatî bi sedema şer hatine kuştin," hem ji aliyê Tirkiyê û hem jî ji aliyê PKKê ve.

Banga Çareserî û Avedaniyê

Rizgar Kêsteyî tekez kir, eger proseya çekdanîn û xwehelweşandina PKKê bikeve warê cibicîkirinê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji niha ve bernameyeke ji bo avadankirin û kontrolkirina van deveran deyne.

Derbarê hebûna artêşa Tirkiyeyê li deverên sînorî, Kêsteyî got ku ew bawer nake "artêşa Tirkiyê bi hêsanî ji navçeyên sînorî venakişe", her çend Tirkiye îdia bike ku ew ji bo şerê PKKê li wir e, mebestên wê yên din jî hene. Lêbelê, wî destnîşan kir ku divê ev nebe asteng li pêşiya avedankirina deveran ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve.

Kêsteyî herwiha bal kişand ser girîngiya dergehên sînorî yên wekî Serzêrê û Zêtê (Rûbarok) ku niha di bin gefa şer de ne. "Eger ev dever azad bibin, ev dergeh dê baştir bên pêşvexistin û bibin egerê berfirehbûna bazirganiyê navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê."

Di dawiyê de, Rizgar Kêsteyî dubare kir ku çareseriya herî baş rawestandina şer e û divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rola xwe ya serekî di çavdêrîkirina her proseseke çekdanînê de bilîze û kontrola deverên valabûyî bike.

 
 
Fly Erbil Advertisment