Serok Barzanî û Konsolê Fransayê pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Gulana 2025an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Yann Braem kir.
Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, her wiha têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de, rewşa navxweyî ya Herêmê û avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de her wiha tekezî li ser têkiliyên dîrokî û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de hat kirin.