Zeynep Yaş: Armanca me danasîn û xwedîlêderketina çand û helbesta Kurdî ye

Diyarbekir (K24) – Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê derbarê bertekên dijî danîna helbestên kurdî ser rêyên Sûrê de daxuyanî da. Beşek ji welatiyan medyaya civakî de amaje kiribûn ku nayê qebûlkirin helbestên kurdî bikeve bine lingan, şaredarî jî dibêje ew rêzê li rexneyan digirin lê armanca wan danasîna çand û helbesta kurdî ye. 

Serokatiya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê derbarê helwesta li ser beyt û navê helbestvanên Kurd ku li navçeya Sûr a Diyarbekirê li erdê hatine bicihkirin li eywana Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) daxuyanî da. Seroka Karûbarên  Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Zeynep Yaş, Gerînendeyê Beşa Parastin û Pêşvebirina Ziman a  Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Tahîr Baykûşak, Neviyê Şêx Evdirrehmanê Axtepî Mehmet Işik û xebatkarên saziyên çand, huner û ziman beşdarî daxuyaniyê bûn.

Zeynep Yaş behsa girîngiya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kir û got: “Şaredariya Bajarê Mezin bi vekirina Gerînendetiya Parastin û pêşvebirina Ziman dixwaze hem li zimanê kurdî hem jî li zimanên bajêr ên qedîm xwedî derkeve. Gerînendetiya me ya Şaxa Zimên di vê cejnê de hewl da ku pirzimanî û pirçandiya bajarê me bi xwendin û hunerê li her cihekî bajêr bide xuyakirin. Bi xizmeta Alo Kurdî, bi xemilandina kolan û meydanan, bi nîşandana fîlman û şanoyan, bi neqişandina gotinên zanayên me yên li ser lewheyan, me xwast ku em balê bikişînin ser nirxên zimanê kurdî. Hin kesan ji ber gotinên zana û alimên me yên li ser peyarêyan hatine nivîsîn bertek nîşan dan. Ev rêzdariya gelê me ya li zimên û berhemên kesayetiyên me cihê şanazî û serbilindiyê ye. Elbet wan kesan qedrê zimanê kurdî bilind kiriye, ji bo me jî ew gelek qedirbilind in; ku loma me jî xwast em bi helbestên wan bajarê xwe bixemilînin.”

Zeynep Yaş destnîşan kir ku rexne û daxwaza gel ji bo wan hêja û rê nîşan didin û wiha domand: “Jixwe em jî dixwazin ku her kesên pêyên xwe datînin ser vê axa pîroz kêliyek be jî, bi zanebûn bisekinin, li şûna pêyê xwe binêrin, bixwînin û têkiliyekê bi dîrok, çand, ziman û serboriya vî welatî re deynin

 
Fly Erbil Advertisment