Nivîsîngeha Netanyahu: Israîlê rê da ku alîkariyên mirovî bigihîjin Xezzeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu radigehîne ku, ew rêyê didin alîkariyên mirovî bigihîjin kertê Xezzeyê. Ajansa Axiosê ya Amerîkayî jî parve kiriye, Encûmena Wezarî ya Ewlehiyê ya Israîlê biryar li ser gehandina alîkariyên mirovî ji bo kertê Xezzeyê daye.
Ajansa Axiosê ya Amerîkayî duhî (Yekşem, 18.05.2025) ragihand ku, Encûmena Ewlehiyê ya Îsraîlê biryar daye alîkarî bi rêyên kanal û deriyên ku niha hene ji bo kertê Xezeyê bên veguhastin, heta ku mekanîzmeke nû ji wê pêvajoyê re vedibînin.
Nivîsîngeha Netanyahu herwesa gotiye ku, Israîl rêyê dide hin xwarinên bingehîn bigihîjin kertê Xezzeyê, di eynî demê de Hamasê red kiriye ku ti lihevkirinek ji bo berdana girtî û rehîneyan hatibe kirin, tekez jî kir ku ew pabendî agirbesteke herdemî ne.
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu her duhî (Yekşem, 18.05.2025) got, “Çawa ku em li beranberî Hizbulah û Esed bi ser keftin, bi wî rengî em dê li beranberî Hemasê jî bi ser bikevin.”