HEZKURDê li Stenbolê bi çalakiyekê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

Stenbol (K24) – Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyekê hate pîroz kirin. Kesayetê diyar ê Tirkiyeyê û dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî jî hişyarî da Kurdan û got, divê Kurd zarokên xwe ne zimanê Tirkî, bi zimanê Kurdî perwerde bikin. Komara Tirkiyeyê ji damezirandina xwe ve siyaeteke jîrane ji bo nehiştina Kurdî bi rê ve biriye lê heta salên dawî jî hişmendiya Kurdan a bo parastina Kurdî di asta pêwîst de nebû. Lê niha hişmendiya parastina Kurdî di nava Kurdên bakurê Kurdistanê de ber bi zêdebûnê ve diçe.

Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî HEZKURD, bi çalakiyekê Roja Zimanê Kurdî pîroz kir. Ji bilî welatiyan hejmarek kesayetên diyar û nûnerên saziyên sivîl ên Kurdî beşdarê çalakiyê bûn. 

Serokê HEZKURDê di derheqê armanca vê berhevbûnê de got, ew dixwazin rê û mafên yasayî bi welatiyan bidin nasandin daku çawa bikarin daxwaza qorsên Kurdî ji dezgehên hikûmî bikin. 

Civaknasê diyar ê Tirk û dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî jî rexne li Kurdên bakurê Kurdistanê digre û dibêje, digel ku, dewleta Tirkiyeyê li ser astengkirin û qedexekirina zimanê Kurdî têra xwe jîr e, Kurd di asta pêwîst de xwedî li zimanê xwe dernakevin.

Cıvaknas Îsmaîl Beşîkçî ji K24ê re got: “Siyaseta bingehîn a Komara Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan, di derheqê zimanê de ye. Armanca dewletê nehiştina zimanê Kurdî ye û dixwaze zarokên Kurdan bi Tirkî perwerde bike. Dewlet li ser vê siyaseta xwe ya li dijî zimanê Kurdî gelek jîr e, lê Kurd bi taybetî berê ne xwediyê hişmendiya parastina Kurdî bûn. Ez dibînim niha hinek pêşveçûn hene û Kurd êdî zêdetir xwedî li zimanê xwe derdikevin. Ya girîng ew e ku Kurd êdî hewil bidin ku zarokên xwe ne bi Tirkî, bi Kurdî perwerde bikin.”

Mamosteyeka Kurdî jî hişyarî dide ku bi vekirina çend qorsan û perwerdeya li dibistanan Kurdî nayê parastin, ev ziman divê li hemû qadên jiyanê were axaftin.

Çalakî bi çend kilamên dengbêjê naskirî Mihemedê Beyro dawî hat.

 
Fly Erbil Advertisment