Brîtanya û Ewropa sizayên nû li ser Rûsyayê disepînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Brîtanya û Ewropa, ji bo ku givaştinê bixin ser Serokê Rûsyayê, cezayên nû li ser şîrketên darayî û wan tankerên petrolê sepandin ên ku bi dizî ve bi Rûsyayê re hevkariyê dikin.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan îro (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) parve kiriye, “Brîtanya û Ewropayê, ji bo ku givaştinê bixin ser Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, cezayên nû li ser Rûsyayê ragihandin.”

Ajansa navbirî amaje jî da, “Ew ceza dê ji bo şirketên darayî û wan tankerên petrolê bin ên ku bi dizî ve bi Rûsyayê re hevkariyê dikin.”

Her wê çavkaniyê amaje jî da, “Tevî ku Brîtanya û Ewropayê lobiyeke bihêz li ser îdareya Donald Trump çê kiriye, ji bo ku tevlî sepandina wan cezayan bibe, lê bê ku ew vegerin Waşintonê ev biryar dane.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Duşem, 19ê Gulana 2025ê) bi rêya telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û serkirdeyên Ewropayê re li ser bidawîanîna şerê Rûsya-Ukraynayê axivî.

Donald Trump piştî wê peywendiya telefonê ragehandibû ku, Ukrayna û Rûsya razî bûne ku tavilê bi awayekî dualî dest bi danûstandinên agirbestê û bidawîanîna şerê xwe bikin.

Hejmarek serkirdeyên Ewropayê jî ragehandibû ku, ew dê zêdetir cezayan li ser Rûsyayê bisepînin, ji bo ku givaştinê bixin ser wê.

 
Fly Erbil Advertisment