Hevserokê berê yê KCDK-E li Almanyayê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç, li bajarê Bremen ê Almanyayê di operasyoneke polîsan de hat girtin.
Dozgeriya Giştî ya Almanyayê roja 20ê Gulanê ragihand, Yuksel Koç bi tohmeta endamtiya PKKê hatiye desteserkirin. PKK di lîsteya terorê ya Almanya û Yekîtiya Ewropayê de ye.
Rojnameya Almanî "Tagesspiegel" di raporeke xwe de derbarê girtina Koç de nivîsî ku tevî îdiaya biryara PKKê ya xwehilweşandinê, Wezareta Navxwe ya Almanyayê hîn jî PKKê weke rêxistineke terorîst dinirxîne. Li gorî rojnameyê, di mehên dawî de gelek operasyon li dijî rêxistin û komên nêzîkî PKKê hatine pêkanîn.
Heman rojnameyê her wiha da zanîn, li Almanyayê bi awayekî berdewam operasyonên polîsan li dijî kom û rêxistinên nêzîkî PKKê tên kirin. Hat ragihandin ku meha borî, hêzên polîsan li bajarê Bremenê bi ser rêxistineke de girtibûn û dest danîbûn ser gelek belgeyan, hin pere û otomobîlekê.
Polîsên Almanyayê her wiha çavdêriya wan kadroyên PKKê dikin ku tê îdiakirin bi navê kampanyayên komkirina alîkariyê, pereyan ji beşek Kurdên li Almanyayê kom dikin. Ji ber vê sedemê heta niha gelek kes hatine girtin û cezakirin.
Ajansa nûçeyan a Firatê (ANF) ya nêzîkî PKKê, nûçeya girtina Yûksel Koç piştrast kir û diyar kir îro jî komekê ji bo piştgiriya Koç li Bremenê xwepêşandanek lidar xistiye.