Erdogan û Şera li ser têkiliyên dualî û têkoşîna li dijî terorê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera, li Stenbolê civiyan. Di civînê de bi taybetî têkiliyên dualî û hevkariya di warê rûbirûbûna terorê de hatin gotûbêjkirin.
Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera îro 24ê Gulana 2025an bi serdanekê ku berê nehatibû ragihandin gihişte Stenbolê û li Koşka Dolmabahçeyê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Komara Sûriyeyê, herdu aliyan têkiliyên dualî yên di navbera Enqere û Şamê de di hemû waran de, bi taybetî jî li ser mijara rûbirûbûna terorê, bi hûrgilî nirxandin.
Hat ragihandin ku civîna ku du demjimêr û nîvan dewam kir, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî, Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesre, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî tê de amade bûn.
Mijarên din ên girîng
Beşeke din a girîng a civînê, gotûbêjkirina li ser pêkanîna rêkeftina di navbera Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû. Hat destnîşankirin ku Tirkiye ji ber ku ev rêkeftin bi awayekî erênî birêve naçe, nîgeran e.
Herwiha êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê û mijara rakirina cezayên ku ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve li ser Şamê hatine sepandin, du xalên din ên sereke guftûgoyên di navbera herdu serokan de bûn.
Hat diyarkirin ku biryar e herdu wezîrên Sûrî, ji bilî civîna bi Erdogan re, bi hevtayên xwe yên Tirk re jî civînên taybet pêk bînin.
Pêştur jî Erdogan daxwaz ji hikûmeta Sûriyeyê kiribû ku giringiyê bide rêkeftina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re, bi taybetî ji bo tevlîkirina wan di nav artêşa fermî ya Sûriyeyê de.