Ukraynayê bi dronan êrîşî helîkoptera Putin kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema serdaneke Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bo herêma Kursk a Rûsyayê ku nêzîkî sînorê şer e, artêşa Ukraynayê bi dehan dronan êrîşî helîkoptera wî kir. Fermandarekî payebilind ê Rûsî ragihand, ev êrîşa berfireh a dronan hatiye têkbirin.

Fermandarê Firqeya Berevaniya Esmanî ya Artêşa Rûsyayê li herêma Kurskê Major Jeneral Yuri Dashkin diyar kir, di heyama ku Serok Pûtîn li herêma Kurskê di nava kar û xebatê de bû, "dijmin êrîşeke berfireh bi dronan pêk anî."

Dashkin herwiha da zanîn: "Koma berevaniya asmanî ya li vê herêmê, 46 dronên leşkerî yên Ukraynayê têk birin."

Li gorî hin raporan, Ukraynayê hewleke "wêrek" daye ku helîkoptera serokatiya Pûtîn li asmanê herêma Kursk a Rûsyayê biteqîne. Hatibû ragihandin ku serdana Pûtîn bo herêma Kurskê di 20ê Gulanê de pêk hatibû, lê Dashkin amaje bi wê yekê dike ku êrîş di dema serdana Pûtîn de qewimiye, ku ev serdan weke serdaneke kêmpeyda ya nêzîkî qada şer hat binavkirin.

Bi vê yekê, fermandariya Rûsî tekez dike ku wan karîbû êrîşa berfireh a dronên Ukraynayê pûç bikin û gefa li ser helîkoptera Pûtîn jî nehêlin.

Ev êrîş û bersiva wê di demekê de ne ku gotûbêjên rasterast û nerasterast di navbera berpirsên Rûsya û Ukraynayê de bi navbeynkariya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ragihandina agirbestê û bidawîanîna yekcarî ya şer berdewam in.

 
 
Fly Erbil Advertisment