Di du rûdanên cuda de hejmareke çekdarên Iraqê hat kuştin û birîndarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke ewlehiyê îro (Yekşem, 25ê Gulana 2025ê) ragihand, “Li yek ji bingehên Heşda Şebî li parêzgeha Selahedînê, ji ber têxebitîna narincokekê hejmareke endamên Heşda Şebî birîndar bû.”
Wê çavkaniyê ji medyaya navxweyî ya Iraqê re ragehand, "Li gundê Tel Zehebê yê parêzgeha Selahedînê, ji ber têxebitîn û bikaranîna xelet ji aliyê çekdarekî ve ku endamê bingeha Lîwaya 41ê ya hêzên Heşda Şebî ye, narincokek teqiya."
Çavkaniya jêgotî amaje jî da, “Di encama wê bûyerê de, şeş çekdarên hêzên Heşda Şebî birîndar bûne.”
Ji aliyekî din ve jî her îro li qezaya Numaniyeyê ya parêzgeha Wasitê endamekî hêzên ewlehiyê teqe li hevalên xwe kiriye, di encamê de yek ji wan hatiye kuştin û sêyên din jî birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyeke hêzên ewlehiyê, "Ew endamê hêzên ewlehiyê li fewca hawarhatinê bû û nexweşiyeke derûnî heye." Herwesa got, "Piştî gulebarankirina hevkarên xwe, wî xwe jî gulebaran kir û bizav kir ku xwe kuştiba lê ew tenê birîndar bûye."
Her wê çavkaniyê amaje jî da, “Ew tawanbar hatiye desteserkirin û rûpelên lêkolînê jê re hatine vekirin û birîndar jî ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.”