Banka Navdewletî bo avedankirina deverên zirardîtî yên erdhejê alîkariya Tirkiyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Banka Navdewletî 500 milyon dolaran ji bo avedankirina deverên zirardîtî yên erdheja 2023ê dide hikûmeta Tirkiyeyê.
Li gorî lihevkirinekê ku li roja 23ê vê hatiye kirin, Banka Navdewletî 500 milyon dolaran wekî alîkarî dide wan şîrketên ku li ser avedankirina wan deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dixebitin ên ku di erdhejên 6ê Sibata 2023ê de wêran bûne.
Parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên ku alîkariya wan tê kirin ev in; Adana, Adiyaman, Diyarbekir, Elezîz, Dîlok, Hatay, Mereş, Kilîs, Meletî, Osmaniye, Riha, Êlih, Mêrdîn, Bîngol, Qeyserî, Nîgde, Sêwas û Dêrsim.
Wezîrê Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek ragehand, “Pêşkêşkirina wan alîkariyên darayî ji bo ciwanan li deverên wêranbûyî gelek derfetên karî diafirîne û ji bo zûtir avedankirina wan deveran dibe sedemk.”
Pêştir Banka Navdewletî ragehandibû ku, zirarên madî yên erdheja Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 34 milyar dolaran derbaz bûye, ku dibe nêzîkî 4% ya dahata navxweyî ya Tirkiyeyê.
Tevahiya wan alîkariyên darayî yên ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve ji destpêka wê erdhejê ve ji Tirkiyeyê re hatine pêşkêşkirin gihîştiye nêzîkî 2.4 milyar dolaran.
Di 6ê Sibata 2023ê de, du erdhej bi pileyên 7.7 û 7.6 li gorî pîvana Richterê, ku navenda wan li Mereşê bû, 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bûn. Li gorî dawî amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê, di herdu erdhejan de zêdetirî 50 hezar kesan mirine.