Efrîn.. Gora Dr. Nûrî Dêrsimî di salvegera koça wî ya dawî de hat nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwecihiya Efrînê ya ENKSê gora têkoşerê navdar Dr. Nûrî Dêrsimî, gora wî û hevjîna wî Ferîde li Efrînê nûjen kirin û bi çalakiyekê ew bibîn anîn. Gora ku di sala 2018an de rastî êrîşê hatibû û hatibû şikandin.
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û hejmarek rewşenbîr û welatparêz, duh 5ê Îlonê, bi boneya 52emîn salvegera koça dawî têkoşerê navdar Dr. Nûrî Dêrsimî, gora wî û hevjîna wî Ferîde li Efrînê nûjen kirin û ew bibîr anîn.
Li gorî daxuyaniya Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê Ehmed Hesen, ev pêngav weke "dilsoziyekê ji bo xebat û têkoşîna kesayetiyên ku canê xwe ji bo doza Kurd û Kurdistanê de feda kirine" hatiye avêtin.
Di çarçoveya karê nûjenkirinê de, derdora gorê bi hesin hatiye dorpêçkirin, deriyek nû lê hatiye danîn, kulîlk û şitil hatine çandin û lewheyên nû yên nasandinê ku helbestên Dêrsimî bi zimanên Kurdî û Erebî li ser nivîsandî ne, hatine danîn.
Gora ku di sala 2018an de hatibû rûxandin
Ev karê sererastkirinê di demekê de tê ku di Tebaxa sala 2018an de, komên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve êrîşî goristana Henan kiribûn û gora Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîde rûxandibûn, ku ev yek rastî nerazîbûneke mezin hatibû.
Dr. Nûrî Dêrsimî kî ye?
Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 1894an de li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û yek ji navdartirîn kesayetiyên Kurd ên sedsala bîstan e. Ew, rêber, rewşenbîr û nivîskarekî welatparêz bû. Jiyana wî bi têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê derbas bû. Ew di dîroka nêzîk a Kurdan de xwedî cihekî gelek girîng e.
Dêrsimî di salên 1940î de koçî Helebê kiriye û di sala 1973an de li wir koça dawiyê kiriye. Beriya mirina xwe, Dêrsimî wesiyet kiribû ku ew li Mezara Henan a li Efrînê were veşartin û gora xwe jî amade kiribû. Di sala 1991an de hevjîna wî Ferîde Dêrsimî jî wefat kir û li kêleka wî hat veşartin.
Mezara Henan ku mizgeftek û gora Dr. Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî di nav xwe de dihewîne, yek ji cihên herî navdar û pîroz ên Efrînê ye û xwedî cihekî taybet di dilê xelkê herêmê de ye.