Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê tekez li ser pêşxistina peywendiyan kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê îro li Parîsê civiyan û herdu aliyan tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêmas Kurdistanê û Fransayê de kir.
Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, di civîna di navbera Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Novel Barrow ya îro (În, 5ê Îlona 2025ê) de behsa peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê, pêvajoya siyasî ya deverê û hilbijartinên bên ên Iraqê hat kirin. Herwesa xeteriya DAIŞê û rûbirûbûna wê jî mijareke din a wê civînê bû, ku hat nîqaşkirin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da ku, Serok Barzanî di wê civînê de li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de axivî û pesnê Fransayê da, ji ber piştgiriya wê ji bo Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê.
Wezîrê Derve yê Fransayê jî herwesa di wê civînê de tekez li ser berdewamiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de kir û piştrast jî kir ku, ew dê piştgiriya xwe ji bo Pêşmergeyan bidomînin.
Îro (În, 5ê Îlona 2025ê) li Parka André Citroënê ya Parîsa paytexta Frandsayê di merasîmeke hejî de, bi amadebûna Serok Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, perde ji ser tabloya Pêşmerge hat rakirin û rêyek jî bi navê Pêşmerge hat binavkirin.
Serok Barzanî jî li nav Parka André Citroënê ya Parîsê gotarek pêşkêş kir, tê de bixêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya Parîsê û binavkirina rêyekê bi navê Pêşmerge diyar kir.